Sewçıra
Refîq Sabir, helbestvan û şoreşgerekî Başûrê Kurdistanêye, bi tîpên Erebî û Kurmancîya Jêrî (Soranî) dinivîse. Di destpêka xortanîya xwe de, dest bi nivîsînê kiriye. Wî ne bes ew barê giran rakiriye, belku bi germî, xwe avêtiye qada xebata sîyasî jî. Ew di helbesta nû a Kurdî de helbestvanekî xwedan taqet û şîyanên bilind e. Bi dirêjîya van çil û pênc salên bûrî, wî cihekî taybet û bi hêz di qada edebîyatê de hebûye. Helbestên wî li Kurdistana başûr pir di belav in û cihê wî di dilê xwendevanan de heye. Di çendîn festîvalên edebî de jî, helbest xwendine.Wî ne bes bi helbestên xwe xizmeta gelê Kurd kiriye, belku di senger û çeperên pêşmergetî û xweragirtinê de jî, xebata xwe berdewam kiriye. Ew xwedan bîr û bawerên rêncber û karkeran e.Kurd û Kurdistan, di evîna wî a mezin de, du armancên here pîroz in. Ji alîyekî li dij faşîyên Îraqê û ji alîyê din jî, li dij axa û şêxan, rewiştên kevn û feodalîyê bizav kiriye. Ji lew re cihê wî ê dirust, nav rêzên komunîstan bû. Vê çendê rê li bawerîyên wî ên netewî negirtiye, çinku ew Kurd e û sitema li ser miletî, dilê wî diguvêşe û birînên wî kûr dike. Ew bi destekî qelemê digire û bi destê din jî, tivingê radike. Tevayîya salên xortanîya xwe, dide xebatê û çendîn salan jî, li çîya û şikeftên Kurdistanê dibûrîne. Ew jiber rewşa aloza Kurdistanê û cudabûna bîr û bawerîyan, nemaze giriftarîyên şerê birakujîyê, xaça xwe hildigire û ber bi derveyî welatî diçe û heta niha jî, jîyana derbederîyê didomîne,lê Kurdistan û gelê bêxwedî, di dil û mejîyê wî de ne. Hemî dîwanên helbestkarê Kurd ê hêja Refîq Sabir bi navê Şewçira ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve bi tîpên Latînî hat weşandin. Ev berhem ji dîwanên Ewînname (2017), Xewnêkî Walla (2014), Le jiyan Dirêjtir (2006), Rûnbûnewe (2001), Jiwanî Rûnakî (1997), Awîne û Sîber (1996), Werzeberdîne (1992), Karwansera (1990), Lawkî Hellebce (1989), Werzî Sehollbendan (1987), Sûtan Le Ber Baran Da (1985), Rêjne (1979) û Pişkokan Degeşênewe (1976) pêk hatiye. Xelîl Dihokî ku tîpguhêzîya dîwan ji kiriye, pêşgotineke têr û tije û dirêj bi Kurmancî ji bo vê berhemê nivîsîye. Ev berhem dê ji bo Kurmancên ku dixwazin helbesta bi zaravayê Soranî ji nêzîktir ve nas bike û sûdê jê wergire bibe çavkanîyeke hêja. Ürünün baskısı görseldeki ile farklılık gösterebilir.
yazar | Refiq Sabır |
---|---|
Tarafından yayınlandı | 1 Mart 2019 |
1 Ocak 2017 15,2 x 0,6 x 22,9 cm Lina Scatia 1 Ocak 2018 1 Mart 2019 Komisyon 21,6 x 0,2 x 27,9 cm Emily Grace 1 x 13,5 x 21 cm 1 Ocak 2015 21,6 x 0,3 x 27,9 cm Kolektif 18 Haziran 2018 Pretty Planners 2019-2020 21,6 x 0,6 x 27,9 cm 1 Haziran 2018 15,2 x 0,7 x 22,9 cm Dream Darling Journals
okumak okumak kayıt olmadan
Sürüm ayrıntıları
yazar | Refiq Sabır |
---|---|
isbn 10 | 6057535170 |
isbn 13 | 978-6057535177 |
Yayımcı | Lis Basın Yayın |
Dilim | Kürtçe |
Tarafından yayınlandı Sewçıra | 1 Mart 2019 |